Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarekî kurd li encama lipeyketina hêzên rêjîmê li devera “Qendîl” ê canê xwe ji dest da

10:44 - 2 Hezîran 2024

Kasibkarekî xelkê bajarê Serdeştî li encama lipeyketina hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Serdeştê kevte nav ava çem û xendiqî û termê wî 2 rojan paştir ji aliyê xelkê ve hate peydakirin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, roja Pêncşemî 10ê Cozerdanê, kasibkarek bi navê “Rehîm Îbrahîmî” yê temen 30 salî û xelkê “Welîw”ê ser bi bajarê Serdeştê li encama lipeyketina hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê kevte nav ava çem û xendiqî û termê wî 2 rajan paştir ji aliyê xelkê ve hate peydakirin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê ew kasibkare li 10ê Cozerdanê li devera sînorî ya serdeştê li devera “Qendîl”ê kevtibû nav ava çem û termê wî 2 rojan piştî hingê li roja Şemî 12ê Cozerdanê li nêzî gola xwedîkirina Masiyan a bi navê “Xidirawê” ji aliyê xelkê ve hatiye peydakirin.

Termê wî kasibkarî bo pizîşkiya dad a rêjîmê li bajarê Serdeştê hatiye veguhastin û piştî lêkolînên pizîşkî radestî malbata wî hatiye kiirin.

“Rehîm Îbrahîmî” bavê 3 zarokan e.