Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina kolberekî Kurd li sînorê Tete ya ser bi Hewramanê

12:32 - 22 Hezîran 2024

Şeva Pêncşemî 31ê Cozerdana 1403 a Rojî, kolberekî Kurd yê bi navê Erkan Ballwase xelkê bajarê Merîwanê, bi teqeya hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê liser sînorê Tete ya ser bi Hewramanê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Ajansa mafê Mirove Kurdpa yê, wî kolberî ti barekî qaçax bal nebûye û hêzên ewlehî yên rêjmê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, termê wî kolberî bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhastin û roja Înê 1ê Pûşperê li cihê ji dayîkbûna wî de bi axê hatiye sipartin.

Erkan Ballwase temen 29 salî, kurê Mihemed û xelkê Celele ya ser bi devera Serşêwa Merîwanê ye.