Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolber bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên rêjîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin

12:10 - 25 Hezîran 2024

Li gorî nûçeya ChawNews, roja 31ê Cozerdana 1403 a Rojî, kolberek yê bi navê Erkan Ballwase xelkê gundê Celîle a ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên rêjîma Îranê, ku bi dijwarî birîndar bû li dema veguhastin bo nexweşxaneyê bi sedema kurahiya birînan canê xwe ji dest da.

Herwisa di vê teqekirinê de, kolberek din yê bi navê Dana  xelkê gundê Geliye, bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhastin.

Hêzên çekdare rejîma Îranê, bi bê agehdarkirina berê rastewxwe bi çekên şer liser sînorê Hewramanê teqe li karwana wan kolberan kiriye.