Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selah Nûrî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatie girtin

11:52 - 27 Hezîran 2024

Di heyama rojên derbas bûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê Selah Sûrî kurê Îsmaîl xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatie girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya mafê mirove Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê belgeya yasayî li sêrêyana Cilldiyan a ser bi bajarê Pîranşarê  ew welatiyê Kurd girtine.

Kurdpayê ragihandiye ku dema destbiserkirina wî welatiyê Kurd de, hêzên ewlehî dest bi ser mobaîl û alavên şexsiye wî de jî girtine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku biser wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.