Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin

12:08 - 4 Hezîran 2024

Roja Yekşemî 13ê Cozerdana 1403 a Rojî, welatiyek bi navê Adil Hacî Xelanî, xelkê gundê Sîsêr ya ser bi bajarê Rebet ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, hêzên Îtilaata sipaha tirorîstiye pataran bi bê belgeya yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û girtine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, hêzên ewlehî li dema girtina wî welatiyê Kurd, derî û pencereya malê şikandine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên sepandî biser wî welatiyê Kurd ti zanyariyek liber dest de nîne.