Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate birîndarkirin

12:15 - 4 Hezîran 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyî ku bi armanca çinîna pincarên biharî serdana bilindahiyên sînorî yên bajarê Şinoyî kiribû, ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve bi dijwarî hatiye birîndarkirn.

Pêka rapora Kurdpayê, roja 13ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemedelî Şêro” temen 43 salî yê xelkê gundê “Zime”yê ser bi bajarê Şinoyê ku bi armanca çinîna pincarên biharî, li bilindahiyên sînorî yên bajarê Şinoyê de bûye, bi teqeya rasrterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi dijwarî hatiye bilindarkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên leşkerî yên rêjîmê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li Mihemedelî Şêro” kirine û pê û singê wî bi gulleyên wan hêzan hatiye birîndarkirin û bi sedema dijwariya birînan bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Navbirî bavê 3 zarokan e û li derheq rewşa dawî ya tendirustiya wî welatiyê Kurd, zanyariyeke din li ber dest nîne.