Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li rojekê de 2 Kolber hatine birîndarkirin û kolberekî jî hate kuştin

11:40 - 6 Hezîran 2024

Li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li deverên sînorî yên Kurdistanê, kolberekê canê xwe ji dest da û 2 kolber jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 15ê Cozardanê, Kolberek bi navê “Hejîr Mehmûdpûr” ê xelkê gundê “Poyne”yê û rûniştiyê bajaraê “Ciwanro”yê, ku li encama teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîma Îranê, li sînorê “Newsûd”ê de bi dijwarî birîndar bibû û bo nexweşxaneya Quds a bajarê Pawê hatibû veguhastin, bi sedema kûrahiya birînan roja Çarşemiyê 16ê Cozerdanê canê xwe ji dest da.

Herwisa û li vê derheqê de roja Sêşemî 15ê Cozerdanê, kolberekî din ê bi navê “Selah” ê xelkê Gundê “Helojan”ê ser bi bajarê “Servabad”ê li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê “Tete”yê ser bi devera Hewramanê, birîndar bû.

Herwisa li vê rojê de kolberekî temen 29 salî yê bi navê “Perwîz Qadirî” yê xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Banê, li encama teqeya rasterast a hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê “Nîrwan”ê ser bi bajarê Banê, pêyên wî bi 3 gulleyan hatine birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Sinê, hate veguhastin.

Hêzên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê teqe li wan kolberan kirine.