Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kolber News”ê raporek li derheq kuştina Kolberan belav kir

15:00 - 1 Hezîran 2024

Li rapora “Kolber News”ê de hatiye ku li heyama 70 rojan de zêdetir ji 17 kolberan ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve hatine kuştin ku %71 a wan bi rêya teqeya rasterast a hêzên rêjîmê ve bûye.

Pêka amara “Kolber News”ê li heyama 70 rojan 17 kolber ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê li deverên sînorî yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin ku ji vê rêjeyê 12 kes bi teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê bûye.

Pêka vê amarê, 12 kes bi teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîmê ve hatine kuştin, kolberek bi sedema sekinîna dil, 2 kolber bi sedema sir û seqemê, 2 kolber bi sedema kevtina ji bilindahiyê li dema lipeyketina hêzên rêjîmê li deverên sînorî, canê xwe ji dest dane ku kolberekî temen 15 salî yê bi navê “Hestiyar Ebdulkerîmî, li nav vê amarê de ye.

Ew kolberane li deverên sînorî yên wek, “Newsûd, Hengejal, Mêşaw, Pîranşar, bilindahiyên çiyayê Tete, bilindahiyên Deşta Wezîne, Bestam, Belekê û Sor Kêw”ê de ji aliyê hêzên hov ên henga sînorî û spaha pasdaran a terorîst ve hatine kuştin.