Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek li bajarê Şinoyê bû armanca teqeya hêzên rêjîma Îranê

10:36 - 10 Hezîran 2024

Welatiyekî xelkê bajarê pîranşarê li dema zivirîn li deverea sînorî ya bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên  hov ên rêjîma Îranê ve hate birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê hatiye veguhastin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 19ê Cozerdanê li demjimêrên şevê de, welatiyek ê bi navê “Ceifer Gerdî”, kurê “Îbrahîm” û xelkê gundê “Şînawê” ser bi bajarê Pîranşarê, li encama teqeya rasterast a hêzên çekdare rêjîma Îranê li sînûrê bajarê Şinoyê, hate birîndarkirin.

Pêka vê raporê, “Ceifer Gerdî” ku bavê 2 sazokan e, li dema zivirîn li sînûr, bê hebûna ti tişketeke qaçax û bê agehdarkirina berê, kevtiye ber teqeya hêzên hov ên rêjîmê.

Ew welatiyê Kurd bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê hatiye veguihastin û niştergerî bo navbirî hatiye kirin.