Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizayê bidarvekirinê bi ser kolberekî de sepand

11:17 - 11 Hezîran 2024

Ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta sîxurî bo Îsraîlê sizayê bidarvekirinê bi ser kolberekî de hate sepandin.

Li dadgeheke şanoyî de Ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê  bi dadweriya “Riza Necefzade”, kolberek bi navê “Îdrîs Alî” bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê hate dadgehîkirin û sizayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin û navbirî li tevahiya wî heyamî de ji mafê parêzer, bêpar bûye.

Îsdrîs Alî digel hejmarek ji kolberan li devera sînorî ya bajarê Serdeştê mijîlê kolberoiyê bû ku digel 7 kolberan hate binçavkirin, piştre 5 ji wan kolberan hatine berdan, lê 2 kolberên din digel “Îdrîs Alî” li girtêîgehê de ragirtin ku li wir rastî hovanetirîn îşkerncayan hatine û “Îdrîs Aslî” neçar bi îtirafkirina bi zorê li ber Kamêrayan kirine û îtirafên wî li dadgeha şanoyî de wek belge bi kar anîne.

Îdrîs Alî li benda siyasiyan de hatiye ragirtin lê ji qedera 2 kolberên din ti zanyariyek li berdest nîne û ew li bendên cuda ji benda siyasî, têne ragirtin.