Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du birayên Yarsanî dîsan hatine binçavkirin

12:07 - 15 Hezîran 2024

Du birayên Yarsanî ku li gîtîgeha vekirî ya rêjîmê de bûn, piştî zivîrîn bo girtîgeha rêjîmê li bajkarê Kirmaşanê, hatne binçavkirin û bo îdareya îtilaat li wî bajarî, hatine veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, du birayên Yarsanî yên bi navê “Pûrya û Şuca`i Minnetî Menciqtepe” yên xelkê bajarê “Sehnê” ser bi bajarê Kirmaşanê ku li girtîgeha vekirî ya rêjîmê ya bi navê “Çişmê Sifîd” a bajarê Kirmaşanê de bûn, piştî zivîrî bo vê girtîgehê, hatine binçavkirin û bo îdareya îtilaat a rêjîmê li wî bajarî hatine veguhastin.

Heta niha sedema dubare binçavkirina wan du birayên Yarsanî nehatiye zanîn.

Ew 2 birayên Yarsanî li heyva Xezelwera 1401 a Rojî de li rêûresma 21emîn salvegera  canjidestdana hunermendê Yarsanî “Xelîl Alînijad” de hatibûne binçavkirin û piştre bi tuhmetên “alozkirina aramiya giştî û lêdan û kutanê” ji aliyê taya 2 a dadgeha cezakirin a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de salek girtîgeh û lêdana 74 derbên qamçiyan bi ser wan de hatine sepandin.