Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 mamostayên olî li bajarê Urmiyê de binçav kirin

11:29 - 17 Hezîran 2024

Piştî nerizayetiya Mewlewî Ebdulhemîd li derheq hilbijartinên li Îranê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê, 4 mamostayên olî li bajarê Urmiyê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê 4 mamostayên olî ku li 15ê Cozerdana îsal de serdana deverên Kurdistanî li rojavayê Îranê de kiribûn, roja Çarşemî 24ê Cozerdanê li demekê ku dixwestin bizivirin bo bajarê “Xiwaf”ê ser bi parêzgeha Xurasanê, li bajarê Urmiyê de binçav kirin û bo ciheke nexuya vegihastine.

“HRANA”yê li vê derheqê de belav kiriye ku mamosta “Şemsedîn Muteherî, Husên Ehmedşehîdî, Fazil Muradî û Gulmihemed Mensûrî” mamostayên olî yên xwendingeha olî ya bajarê “Xiwaf”ê ser bi parêzgeha Xurasanê ne ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û cihê ragirtina wan jî nexuya ye.  

Li halekê de Mewlewî Ebdulhemîd ên pênimîêjê Mizgevta Mekî ya bajarê Zahidanê, roja Înê 15ê Cozerdanê de ragihandibû ku serkomar li Îranê de şiyana encamdana ti karekî nîne, li derheq hilbijartian de jî gotibû ku qedexebûn a tomarkirina nav û amadebûna jinan û misilmanên Sunnî bo serkomarî li Îranê ku li esla 115 a yasaya bineretiya rêjîma Îslamiya Îranê de hatiye, hevaheng digel Şerîeta Îslam û yasayên navnetewî nîne û 45 sal e ku qata jinan û qata misilmanên Sunnî û kesên pispor ên bêalî, ji wî mafê hatine bêparkirin.

Piştî gotina wî mamostayê olî, rêjeya binçavkirina mamostayên olî yên Sunnî zêdetir bûye.