Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Yasûcê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hate girtin

12:43 - 18 Hezîran 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Yasûcê ser bi parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê, welatiyekî xelkê wî bajarê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê roja Yekşemî 27ê Cozerdanê, “Şehab Mihemediyan” ê xelkê bajarê Yasûcê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Yasûcê de hate girtin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin, lê heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirina wî ciwanê xelkê Yasûcê nehatiye zanîn.

“Şehab Mihemediyan” pêwendiya malbatî digel “Korûş Celîl” heye ku li 4ê vê heyvê de bi sedemeke nexuya hatiye binçavkirin û li girtîgeha Îtilaat a rêjîmê li bajarê Yasûcê de hatiye ragirtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, cihê ragirtin, tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê xelkê bajarê Yasûcê, nehatiye zanîn.