Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wajokirina "Peymana Avrêlê" di şermezarkirina zêdebûna bidarvekirin û tepeserkirina siyasî li Îranê de

11:10 - 11 Gulan 2026

Zêdetirî sed sazî û dezgehên sivîl, siyasî û mafên mirovan, bi wajokirina peymanekê bi navê "Peymana Avrêlê", nerazîbûna xwe li hember pêla zêde ya darvekirin û tepeseriya siyasî li Îranê de nîşan dan. Wan tekezî li ser berdewamiya têkoşîna ji bo rakirina bi temamî ya cezayê bidarvekirinê û serbestkirina girtiyên siyasî kirin.

Îmzekerên wê peymanê, îdam wekî " alava tepeserkirin, tirsandin û kuştina hikûmetî" bi nav kirine û daxwaza rawestandina demûdest a hemû cezayên îdamê li Îranê kirine.

Di beşeke vê peymanê de hatiye gotin:

«Em wek îmzekerên vê peymanê radigihînin ku em ê bi yekdengî û bi hemû hêza xwe li dijî her biryar û cîbicîkirina îdamê ji aliyê Komara Îslamî ve, bi her sûc û hêncetê be, bisekinin û bixebitin û ji bo rawestandina demûdest a îdamên li Îranê, em ê bi berdewamî cehdê bikin.»

Herwisa ev daxuyanî tekez dike ku "divê tu mirov ji ber bawerî, nerizayetî, çalakiya siyasî yan şêwaza jiyana xwe neyê girtin û cezakirin" û daxwaza azadkirina bêşert û merc a hemû girtiyên siyasî û bîrûbaweriyê dike.