Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê xwendekarekî lêhatî bi tohmeta sîxuriyê darve kir

11:11 - 11 Gulan 2026

Dezgaha bi nav dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku cezaya darvekirina “Îrfan Şekûrzade” bi tohmeta hevkarî digel dezgehên zaniyariyên Amerîka û Îsraîlê re hate cîbicîkir.

Wê navendê ragihand ku Şekûrzade di rêxistinek zanistî ya warê mahwaran de çalak bûye û zaniyariyên nihênî radestî aliyên biyanî kirine.

Li gorî rapora dezgeha bi navê dadweriya rêjîmê, ev ciwan di 3 qonaxan de bi “Mosad” û “CIA”yê re pêwendî hebûye lê ew îdîayane ji aliyê ti çavkaniyeke serbixwe ve nehatine piştrastkirin û ti belgeyeke bawerpêkirî jî di vê derheqê de nehatine belavkirin.

Ev di demekê de ye ku berê Saziyên mafên mirovî ragihandibûn ku Îrfan Şekûrzade, 29 salî, xwendekarekî lêhatî yê Zanîngeha “Elm û Senet” a Tehranê bûye.

Navbirî piştî çendîn meh girtinê di odeya takekesî de bûye û di bin îşkenceyê de îtîrafên bi zorê jê hatine wergirtin, û cezaya darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Komara Îslamî ya Îranê, ji destpêka şerê bi Amerîka û Îsraîlê re di 9ê Reşemeya 1404an de, herî kêm 31 kes bi tohmeta beşdarîkirin di xwepêşandanên Berfanbara 1404an an jî nerazîbûnên seranserî yên sala 1401an de û herwisa bi tohmeta endametiya di partî û rêxistinên dijberî rejîmê an jî sîxurî ji bo welatan hatine darve kirin.