Di berdewamiya givaş û binçavkirina sîstematîk a welatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê de, di çend rojên dawî de gelek welatiyên Kurd li bajarên Îlam, Pîranşar, Urmiye û Bokan bi awayekî xweserane hatine binçavkirin û heta niha qedera wan nexuya ye.
Li gorî rapora Kurdpa ye, roja Duşemî 21ê Banemerê, hêzên ewlehî êrîşkirine ser mala “Seyid Elî Qureyşî”, hunermend û stranbêjê navdar ê muzîka folklorê û xelkê bajarê Bokanê binçav kirin.
Herwisa, roja Çarşemî 23ê Banemerê, ciwanekî Kurd bi navê “Mihemedreza Feriyadî” xelkê bajarê “Serawle” ya ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate revandin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin. Di heman rojê de “Firûzan Newciwan (Îslamî)”, mamosteya zimanê Îngilîzî, berpirsa Akademiya Zimanê “Newciwan” û yek ji blogêrên navdar ên bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve bêyî hebûna belgeyên yasayî hate binçavkirin.
Herwisa, li gorî raporekî din ya Kurdpa yê, roja Pêncşemî 24ê Banemerê, hêzên ewlehî bi awayekî tundûtîjane êrîş kirine ser mala “Sebah Bêware”, ciwanê temen 23 salî yê gundê “Kelekîn” a girêdayî bajarê Pîranşarê, û navbirî binçav kirin.
Li gorî zanyariyên hatinî belavkirin, ev çar welatiyên Kurd ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê parêzer û hevdîtina digel malbatên xwe hatine bêpar kirin.