Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera jinek kurd a girtî piştî 38 roj binçavkirinê hêj nexuya ye

10:49 - 30 Hezîran 2026

Zehra Mihemedwelî jinek kurd a xelkê Îlamê ku piştî derbasbûna nêzîkî 40 rojan ji binçavkirrin û veguhastina wê bo girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê, hêj di bin lêkolîn û lêpirsînan de ye.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpa yê, “Zehra Mihemedwelî”, 27 salî û xelka bajarê Îlamê, 38 rojan beriya niha, di 2’ê Cozerdanê  de, bêyî hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê bi awayekî serberedayî hat binçavkirin. Piştî ku bo cihek nexuya hat veguhastin heta niha di bin lêpirsînê de ye û qedera wê nexuya ye.

Li gor zanyariyên ku Kurdpa yê belav kiriye, di wan 38 rojan de, ew ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatye bêpar kirin.

Herwisa heta niha lipeyketinên malbata navbirî bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin an jî tohmetên ku bi ser wê jina kurd hatine sepandin, ti zanyariyek li ber dest de nîne.