Berdewamiya Kempêyna “Sêşemên Na bo Sêdaredanê” li 57 Girtîgehan, kefte nava 127 mîn Hefteya Greva Birçîbûnê a girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê de.
Îro sêşemê 9 ê Tîrmeha 1405’an li 57 girtîgehên cuda ev greva berdewam kir.
Di daxuyaniya vê kempêynê de hatiye diyarkirin ku maşîna kuştar û sêdaredanê a Komara Îslamî herwisa çalak e û girtiyên siyasî û girtiyên tawanên giştî li seranserê welat roj bi roj bi metirsiya sêdaredanê re rû bi rû ne.
Li gorî vê daxuyaniyê, dezgeha dadwerî ya rêjîmê ragihandiye ku ji destpêka şerê dawî ve heta niha, 3 hezar û 292 kes bi tometa "hevkarîkirina ligel dijmin" hatine girtin, amareke ku li gel vekirina dosyayên berfireh li dijî xwepêşanderên meha Berfanbara 1404’an, fikarên li ser derxistina biryarên giran, girtîgehên demdirêj û sêdaredanê zêdetir kirine.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: sêdaredana nêzîkî 140 kesan di meha Cozeranê de û hatiye gotin ku Komara Îslamî cezayê sêdaredanê wekî amûreke tepeserî, tirsandin û bêdengkirina civakê bi kar tîne.
Girtiyên ku beşdarî vê kempêynê bûne dibêjin heta cezayê sêdaredanê berdewam be, ew ê her sêşem dengê nerazîbûna xwe ji hundirê girtîgehan bilind bihêlin.