Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sewlawa: Kolberek xelkê Serdeştê hate kuştin

14:02 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li gorî raporên saziyên mafê mirovî, li deverên çiyayî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, kolberekî ciwan xelkê bajarê Serdeştê bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îranê hate kuştin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ev kolberê ciwan ku navê wî Zanyar bû, dema ku li bilindahiyên gundê Derekê yê ser bi bajarê Sewlawa (Hewraman) kolberî dikir, bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hate kuştin.

Li gorî agehiyan di demjimêrên destpêkê yên sibê zû ya îro, Çarşemî 24ê Pûşperê, hêzên binkeyên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ku li sînorê Sewlawa cih girtibûn, teqe li komeke kolberan kirin ku di encamê de, kolberekî ciwan bi navê Zanyar demûdest canê xwe ji dest da.