Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêdarêdana Girtiyê Siyasî Arif Xoşkar ji aliyê rêjîma mirovkuj a Îranê ve

10:28 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Sibêdeha roja çarşemê, 24ê Pûşpera 1405an sizaya bidarvekirina Arif Xoşkar, ji girtiyên xwepêşandanên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di sala 1401an, li girtîgeha Qizilhîsar a Karacê hat cîbicîkirin. Ev girtiyê siyasî berê bi tohmeta kuştina endamekî hêzên Besîc bi navê Selman Emîrehmedî sizayê bidarvekirinê bi ser de sepand.

Arif Xoşkar di 20ê Rezbera 1401an de, mehek piştî xwepêşandanên li taxa Felah a Tehranê hatibû girtin. Li gorî zanyariyên navenda Mafên Mirovan a Îranê, dozgeriya wî ne dadperwerane û di bin îşkenceyên giran re derbas bûye. Çavkaniyên nêzîkî dosyeya wî radigihandin ku ew di bin îşkenceyên giran ên laşî û derûnî de bûye. Herwisa, hêzên ewlehiyê birayê wî yê piçûk girtibûn û gefa lê xwaribûn da ku Arif îtîrafên neçarî bike.

Xoşkar di tevahiya pêvajoyê de ji parêzerê bijartî û mafê parastina dadperwerane bêpar bûye û dadgehkirina wî bi awayekî veşartî hatibû kirin. Tevî hişyariyên navneteweyî  û daxwaza malbata wî ji bo rawestandina siyayê bidarvekirina wî, ew hat sêdaredan.