Li gorî raporên Saziyên mafê mirovî, Hevwelatiyekî Kurd xelkê Bocnurdê girêdayî Xorasanê, bi navê Hemze Ehmedî Teraqî, ji aliyê bi nav dezgeha dadweriya Komara Îslamî hevdem çendîn cezayên giran bi ser de hatin sepandin.
Li gorî rapora Kurdpa, Hemze Ehmedî Teraqî ku Kurdekî Kurmanc e û di xwepêşandanên meha Befranbara 1404 de ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê ve hate girtin, di pêvajoyeke dadwerî de sê cezayên weke: girtin, lêdana qamçiyan û dûr xistina bi zorê bi ser de hatin sepandin.
Di rapora Kurdpayê de hatiye: ev girtîyê Kurd di du dosiyeyên cuda de li Dadgeha Şoreşê û Dadgeha Cezayê ya Bocnurdê bi çar tohmetan bi 2 sal girtinê, lêdana 148 qamçiyan, salek dûr xistina bo bajarê Zehak li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye cezadan.
Herwisa, di rojên derbasbûyî de Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ragihand ku Mocteba Nûdehî, hevwelatiyekî Kurd xelkê Bocnurdê û yek ji girtîyên xwepêşandanên Befranbara sala borî, jî bi sê cezayên giran hatiye cezadan.
Cezayên li dijî wî ev bûn: 3 sal girtîgeha teilîqî, 74 lêdana derbên qamçiyan,100 milyon tûmen cezayê neqidî.