Li gorî raporta Rêkxistina Mafê Mirovî, Areş Mehmûdî, welatiyê xelkê Kirmaşanê heyama 10 rojane ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve hatiye girtin û heya niha çarenivîsa wî bi nerohnî maye.
Nûçegihaniya Mafê Mirov a Hêranayê li raportekê de ragehand ku roja Şemî 20ê Pûşperê, Areş Mehmûdî xelkê Kirmaşanê li cihê karê xwe de li wî bajarî ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve bi bê sedem û nîşandana belgên yasayî hatiye girtin.
Nerohniya çarenivsa wî girtiyê Kurd, nîgeraniya micid a malbata wî jê keftiye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li sedema girtin, tohmeta bi serde hatî sepandin û cihê ragirtina navbirî ti zanyariyek li ber dest de nîne.
Li heyama çend rojên derbasbûyî de hêzên bi nav ewlehî yên rejîmê givaş bo ser qadên cuda cudaye Kurdistanê zêdetir kirine û dehan çalakên warên cuda bi bê sedem li pêla reşbgîriya nû de girtine.