Kolberê kurd ê 21 salî bi navê Resûl Qalandarî, bavê 2 zarokên biçûk û xelkê Kotolê, bi gulebarankirina rasterast a hêzên pasivanên sînorî canê xwe ji dest da. Ew destpêkê birîndar bû û piştre hêzên cinayetkare rêjîmê digehne ser û bi lêdana 3 guleyên xelasê bi serê wî kolberê birîndar, wî dikujin.
Roja çarşemê 31ê Pûşpera1405an li bilindayiyên sînorî yên gundê "Belecûk" ser bi beşa Geliyê Kotolê li bajarê Xoyê, ev kolber bi gulebarankirina rasterast a hêzên hengê mezerê hat kuştin.
Çavkaniyên agahdar ragîhandin ku hêzên hengê sînorî destpêkê bêyî haydarkirina berê gule li komek kolberan reşandine ku di encamê de Resûl Qalandarî birîndar bûye. Hêzên hov û mirovkuje rêjîmê ên sînorî piştî birîndarbûna vê kolberî, geheştine ser wî û di demekê de ku ew birîndar û bêberevan li ser erdê ketibû, bi derba 3 guleyan li serê wî, ew kuştine.
Resûl Qalandarî temenê wî tenê 21 salî bû. Ew zewicî bû û bavê du zarokên biçûk ên 3 salî û 5 mehî bû ku ji bo dabînkirina hewcehiya herî kêm a malbata xwe berê xwe dabû kolberiyê.