Roja Pêncşemî 1ê Gelawêja1405an a Rojî, kolberekî ciwan yê temen 18 salî bi navê Soheyl Firdewsî, xelkê gundê Dizawer yê girêdayî bajarokê Newsûdê, bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê li ser sînorên destkirid li devera Newsûdê canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ev bûyer di demjimêr 2:00ê piştî nîvro de li hêla sînorê Nodişe de rûdaye, û hêzên rejîmê bêyî agehdarkirina berê, teqe li komeke ji kolberan kirin.
Di encama vê êrîşê de, Soheyl Firdewsî bi guleyekê ku li zikê wê ket di cih de canê xwe ji dest da. Piştre termê wî bo Pizîşka Dadwerî ya Pawe hate veguhastin.
Hengawê berê jî ragihandibû ku roja Çarşemî 31ê Pûşperê, li bilindahiyên sînorî yên gundê Belecûk yê girêdayî devera Kotolê, kolberekî Kurd yê 21 salî bi navê Resûl Qelenderî jî bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.
Li gorî amarên tomarkirî yên Hengawê, rewşa ewlehiyê li herêmên sînorî û êrîşên li dijî kolberan her ku diçe zêde dibe. Tenê di kêmtir li sê hefteyên vê dawiyê de, bi kêmî ve 5 kolber li sînorên Newsûd, Sewlawa, Merîwan û Kotol bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hatine kuştin.