Li gorî raporta Rêkxiravên Mafê Mirovî, Eşkan Malikî û Mêhrdad Mihemedniya ji girtiyên nerizayetiya meha befranbara sala derbasbûyî hatine bidarvekirin.
Li gorî raporta Rêkxirava Mafê Mirovî a Kurdpayê, du welatiyên Kurd yên bi navên Eşkan Malikî û Mêhrdad Mihemedniya ku li pêvajoya nerizatiyên meha Befranbarê bi bê sedem hatibûne girtin û li biryarek nedadperwerane de sizaya bidarvekirnê bi ser wan de hatibû sepandin, roja 11ê Cozerdana 1405an hatine bidarvekirin.
Li gorî raportê, Eşkan Malikî temen 37 salî û bavê keçek 11 salî û kurek 4 salî û ku xelkê Qurwê bûye û li meydana terebara Tehranê de kedkarî kiriye.
Raport behsa vê dike ku ew welatiye li heyama 5 mehan de hatiye girtin, li mafê hebûna parêzer hatiye bê par kirin û rejîmê parêzerê diyarîkiriye xwe bo danabû.
Herwisa Mêhirdad Mihemedniya hevdosiya Eşkan, 27 salî ku şola kedkariyê dikir, xelkê Qurwê bûye û li pêvajoya nerizatiyên meha Befranbarê li Tehranê hate girtin û li 11ê Cozerdanê de hevdem ligel Eşkan hatine bidarvekirin, li gorî zanyariyên Kurdpayê, ew du girtiyane li jêr givaşa îtirafa bizorê de bûne û tohmeta Agirdana Hewzeya Îlmiye û sîxûrî bo welatên neyar biser wan de hatibû sepandin.
Nûçegihaniya Mîzan ser bi hêza binav dadweriya rejîmê, nûçeya bidarvekirna wan ciwanên Kurd duh Şemî 3ê Gelawêjê û piştî nêzî bi du mehan li bidarvekirinê belav kiriye