Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keça Wezîr Rehîmî: Bibin dengê bavê min û tev kolberan

10:19 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2026

Soma Rehîmî, keça Wezîr Rehîmî, ew kolberê temen 57 salî yê ku roja 12ê Pûşperê li sînorê Newsûdê bi guleyên hêzên rejîmê canê xwe ji dest da, bi belavkirina vîdyoyekê daxwaz kir ku xelk bibin dengê bavê wê û kolberên zilm lêkirî.

Soma bi amajekirin bi vê yekê ku bavê wê di demekê de gule lê hatiye reşandin ku ti barek qaçax pê re nebûye û bi neheqî hatiye kujtin.

Got: "Ez keça biçûk a wî mêrî me ku henga merzî rehm pê nekir. Ji ber giraniya birînê, her li wê derê canê xwe da û duh bi destê xwe min ew bi axê spart."

Navbirî daxwaz dike ku vîdyoya wê bê belavkirin da ku raya giştî ji vê tawankeriyê agahdar bibe û dibêje: "Ez dixwazim bibim dengê hemû wan kolberên ku di bêdengiyê de tên kuştin."

Wezîr Rehîmî, bavê pênc zarokan û xelkê gundê "Mêsûrawî" ser bi bajarê Şaho bû ku ji ber hejariyê û bêkariyê, 20 sal bû ji bo dabînkirina debara jiyana xwe karê kolberiyê dikir.

Li gorî amara rêxistinên mafên mirovan, di heşt salên borî de nêzîkî 2 hezar kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kujtin an jî birîndar bûne, ku zêdetirî ji sedî 70yê wan bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê bûye.