Îro Duşem 15ê Pûşperê, kolberê 18 salî yê bi navê Selahedîn Xoşnemek, ku xelkê gundê Domale a ser bi bajarê Merîwanê bû, li bilindahiyên sînorî yên "Weyse" di encama gulebarana rasterast a hêzên sînorparêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Hêzên sînorî li herêma Weyse bêyî hişyariya pêşwext û ji nêzîk ve, ev ciwan dane ber guleyan ku kuştin. Selahedîn ji ber giraniya birînên xwe li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Ev bûyer nîşan dide ku di nava çar rojên borî de, ev duyemîn kolber e ku bi guleyên rasterast ên hêzên terorist û mirovkuje rêjîmê ve tê kuştin.
Li gorî amarên sala 1404an (2025-2026), bi giştî 57 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin, ku %77ê wan bi gulebarana rasterast a hêzên leşkerî bûye. Her çend hejmara giştî ya qurbaniyan kêm bûbe jî, rêjeya kuştiyan ji %28 zêde bûye bo %46, ku ev yek nîşan dide êrîşên li ser kolberan gelekî tundtir bûne.