Riza Recebî kasibkarê xelkê Seqizê piştî 12 roj ji girtina wî ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve qedera wî nediyare.
Li gorî raporta Encûmena Zindaniyên siyasî ên Rojhelatê Kurdistanê, Riza Recebî, kasibkarê temen 58 salî û xelkê bajarê Seqizê, 12 roj e ku ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve bi bê hebûna belgên yasayî hatiye girtin.
Li gorî wê raportê, ew girtiyê Kurd li girtîgeha Îtlaata rejîmê 2 şevan li Seqizê de hatiye ragirtin û piştre bo girtîgeha Navendî a Seqizî hatiye veguhastin.
Li gorî wê raporta xweragirî, tevî derbasbûna pitir ji 12 rojan bi ser girtina navbirî de, heya niha tu zanyariyek li ser sedema girtin, tometa sepandî û çarenivîsa wî li ber dest de nîne.
Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê, ew girtiyê Kurd ji mafê hevdîtin ligel malbatê hatiye bêparkirin.
Li dema destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîl digel rêjîma Îranê, navendên ewlehiye rêjîmê li seranserî Rojhilatê Kurdistan, dehan kes destbiser kirine û qedera gelek ji van û cihê ragirtin û tohmetên ku li ser hatinî girtin, nerohn e, û cihê nîgeraniya malbatên wan e.