Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û birîndarbûna du Kesan bi teqeya rastewxwe a hêzên rejîmê li Sewllawa

10:02 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li dirêjeya binpêkariya sîstematîk a hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê li deverên sînorî ên Kurdistanê de, zarokek temen 15 salî yê bi navê Sam Hesenî bi teqeya rastewxwe hate kuştin û bavê wî jî bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî raporta Rêkxistina Mafê Mirov a Hengawê, êvara roja Pêncşemî 18ê Pûşperê, hêzên henga sînorî li gundê Derekê yê ser bi bajarê Sewllawa, maşîna wê malbatê bi bê agehdarkirina berê dane ber destrêjiya guleyan.

Ew malbat piştî karkirin li nava baxçê xwe yê gêlasan, li dema vegeryana bo malê, li rê de bûne amanc.

Di vê bûyerê de Sam Hesenî, zaroka 15 salî bi sedema lêkeftina gule bi serê wî, demûdest canê xwe ji dest daye û bavê wî Ehsen Hesenî ranê wî birîndar bûye û niha li nexweşxaneya Bû Elî a Merîwanê li jêr çavedêriyê de ye.

Teqekirin li welatiyan û zarokan li nava baxên werzêrî ên xwe de, binpêkirina aşkere a mafê jiyan û peymannameya cîhanî a mafên zarokan e.

Berdewamiya wan cure cinayet û tawankariyan û bêdengiya sîstema bi nav Dadweriya rejîmê, nîşana vê rastiyê ye ku ew êrîşane netenê xeletiya kesekî, belkî siyasetek sîstematîk bo tirsandin, tepeserkirin û lêstandina mafê jiyanê ye li xelkê Kurdistanê.