Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê hate kuştin

10:25 - 11 Tebax 2026

Kolberê 25 salî Mihemed Tewhîdpena, kurê Osman xelkê gundê Wezmele ya navçeya Serşîva Seqizê, li ser sînorê Hengejal a Banê yê di encama gulebarana rasterast a hêzên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest da.

Li gorî raporan, demjimêrên serê sibeha duh 19ê Gelawêjê, Mihemed Tewhîdpena ku xwedî jin û zarok bûye, li devera sînorî ya Hengejal a girêdayî bajarê Banê kete ber desrêjiya guleyên hêzên hov yên rêjîmê û hate kuştin. Çavkaniyeke agahdar diyar kir ku hêzên rejîmê bêyî haydariya pêşwext rasterast teqe li wî kolberî kirin û ew di cih de kuştine.

givaş û êrişên Hêzên tepeserkar û mirovkuj yên rêjîma Îranê li ser kolberên li herêmên sînorî yên Kurdistanê berdewam in. Kolber ku ji ber bêkarî û rewşa giran a aborî neçar dimînin vî karî bikin, rojane rastî metirsiya mirinê û gulebarana bêrehmane a hêzên rêjîmê tên. Rejîm bi van êrişan mafê jiyana xelkê kurd binpê dike.