Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 welatiyên din li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine destbiserkirin

13:09 - 16 Tebax 2026

Pêka rapora tora Mafên Mirovî ya Kurdistanê, “Sidîq Kerîmî, Mesûd Alanî Kohne Qela, Hadî Ezîzî, Omîd Çawbazî, Emîr Silêmanî, Mihemed Hacîzade, Şiwane Dîwazî, Luqman Qurbanî, Rehman Xozan, Îsmaîl Badsar û Zekerya Badsar”, ji aliyê hêzên îtilaat a paşmaweyên rêjîmê li bajarên “Şino, Bokan, Miyandav û Mihabad”ê ser bi parêzgeha Urmiyê, hatine binçavkirin.

Pêka vê raporê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li dema binçavkirina xoserane ya wan welatiyên Kurd de tundûtîjî bi kar anîne û belgeya yasayî bo binçavkirina wan û vekolîna malên wan welatiyan nebûne.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên îtlaatê bo binçavkirina “Zekerya Badser”, bavê vî “Îsmaîl Badser” wek barimte binçav kiribûn ku heta navbirî xwe bi hêzên îtlaatê da nasandin.

Tevî lipeyketina malbatên wan girtiyan, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan li ber dest nîne.