Nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha binav dad a paşmaweyên rêjîmê belav kiriye ku “Qaêm Husêynî”, yek ji neraziyên xwenîşandana Befranbara 1404 li roja Pêncşemiyê de bidar vekiriye, dezgeha dad a paşmaweyên rêjîmê ev girtî bi kesek xwediyê nasnameya biyanî binav kiriye, lê ti îşareyek bi navê wî welatê biyanî nekiriye.
Li dadgehên rêjîmê de tohmetên “rolhebûn li kuştina li meydana Elîxanî ya Îsfehanê, çeqûkêşî û çêkirina rewşa sam û tirs, çêkirina nearamiya giştî û têkdana ewlehiyê li asteke berfireh û kiryarên têkderane û fîzîkî bi dijî ewlehiya netewî” bi wî kesî dane.
Li dadgeha pêdeçonê de biryara dadgeha rêjîmê li dosya wî de careke din hatiye erêkirin, ev yeka li halekê de ye û pêştir jî “Ebulfezil Sipahî, Emîrhusên Seferî, Êrfan Isfendiyarî û gulmihemed Mihemedî” li proseya vê dosyê de hatibûne bidarvekirin.