Ciwanekî Kurd bavirmendê ola Yarsan bi navê “Pûya Naderî” 29 salî û xelkê Kirmaşanê, bi teqeya hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî hate kuştin.
Pûya Nadirî, berê di xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” û xwepêşandanên Befranbara1404 de hatibû binçavkirin û piştî şeş meh girtîgehê, bi danîna barimteyê hatibû serbestkirin.
Çavkaniyên agehdar dibêjin ku ew piştî berdanê hîn jî di bin çavdêrî û lipeyketinên navendên ewlehiyê de bû. Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê du gule li ser û dilê wî dane. Herwisa hatiye belavkirin di heman bûyerê de, du kesên din jî birîndar bûne, lê heta niha ti daxuyaniyek fermî ji aliyê navendên rejîmê ve li derheq sedema teqe û kuştina “Pûya Naderî” ve nehatîye belavkirin û termê wî jî hêj radestî malbata wî nehatiye kirin.