Emîn Nasirî, Hunermend û sitranbêjê Kurd yê xelkê Asmanava yê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî teqeya rastewxwe a hêzên rejîmê ku ling û pişta wî birîndar bûye, û ji aliyê wan hêzan ve hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.
Li gorî raporan, Roja Yekşemî 1ê Xermana 1405an, Emîn Nasirî, temen 27 salî, hunermend û sitranbêjê Kurd xelkê Devera Asmanava û akinciyê taxa Sûltanqûlî jêrîn, ser bi bajarê Çerdawill li parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin.
Li gorî zanyariyan, hêzên rejîmê bi çendîn otombêlan, Emîn Nasirî li ser rê dorpêç kirin û piştre hêzên rejîmê teqe jê kirine û bi vê sedemê ling û pişta wî bi derba guleyan birîndar bûye, hêzên rejîmê piştî birîndarkirina wî hunermend, ev girtin û ligel xwe birine.
Heya niha tu zanyariyek hûr li ser rewşa tendirustî û cihê ragirtina Emîn Nasirî li ber dest de nîne û nîgeranî li derheq rewşa wî zêdetir bûne.
Emîn Nasirî berê jî li peywendî bi xwenîşandanên Befranbara 1404an hatibû girtin û li gorî raporan, piştî vê ji aliyê dezgehên ewlehî ve hatibû lipeykeftin û li jêr zêrevaniyê de bû.