Li gorî amarên rêkxistina Mafê Mirov a Îranê, hejmara bidarvekirinan li destpêka sala zayînî ve heya roja Çarşemî, 4ê Xermananê gihaye 500 kesan.
Li gorî raporta wê rêkxistinê, li destpêka sala 2026an ve heya niha 500 kes li Îranê de hatine bidarvekirn ku 16 kes ji wan jin bûne.
Hevdem amarên giştî ên vê rêkxistinê dane xûya ku li despêka sala 2010 ve heya niha 10 hizar û 943 kes li Îranê de hatine bidarvekirn, ji vê hejmarê 305 kes jin û 71 kes jî temenê wan li jêr 18 saliyê de bûne.
Ji aliyekî din ve, rêkxistina Neteweyên Yekgirtî ragehandiye ku li destpêka îsal ve aliyê kêm 56 kes bi tohmeta siyasî û ewlehî ve hatine bidarvekirin ku 27 kes ji wan peywendîdar bi nerizatiyan ve bûne.
Pêla reşbgîrî û cîbicîkirina sizayê bidarvekirinê li Îranê li demekê de berdewam e ku heftiya derbasbûyî pitir ji 30 welatên cihanê sepandin û cîbicîkirina wan sizayan dijî neraziyan şermezar kirin û ragehandin ku Komara Îslamî sizayê bidarvekirinê wek emrazekê bo bêdengkirina dengê neyarên xwe bikar dîne.