Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha derbasbûyî de, aliyê kêm rojane 2 welatiyên Kurdistanê hatine binçavkirin

15:38 - 29 Tebax 2026

Li gorî amara mehane ya Kurdpa yê, ji 2yê Gelawêjê heta 2yê Xermanana 1405ê, herî kêm 62 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî xweserane ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Di nav 62 welatiyên ku hatinî binçavkirin, li gorî amaran zêdetirîn binçavkirin, 9 kes li Bokanê, 8 kes li Mehabadê, 7 kes li Merîwanê, 6 kes li Pîranşarê, 6 kes li Îlamê, 5 kes li Miyandûavê, 5 kes li Şino, 4 kes li Urmiyê, 4 kes li Kamêranê, 3 kes li Dîwanderê, 2 kes li Sineyê, û kesek li Nexedê, kesek li Tîkabê û kesek jî li Kotolê hatine hatine tohmetbarkirin û girtin.

Di nava wan kesên ku hatine binçavkirin,5 jin û 2 zarokên di bin temenê 18 salî de jî hene.

Herwisa di nav wan de 5 girtîyên siyasî yên berê, 4 çalakvanên sivîl û jîngehparêz, 4 endamên malbatên çalakvanên siyasî yên derveyî Îranê, 2 stranbêj û hunermend, xwendekarek, endamekî malbata şehîdên Befranbarê, endamekî encumenên bajar, çalakvanekî medyayî û endamên rêxistinên xêrxwaziyê jî hene.

Ev rewşa tepeserî û binçavkirinê ji aliyê rêjîmê ve li Kurdistanê berdewam e.