Girûpek li karnasên Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî, ji wan May Sato rêportera taybet a Mafê Mirov li Îranê, li daxûyaniyek hevbeş de daxwaz ji Komara Îslamî kir ku destbicî girtina xweserane, îşkence, bêserûşûnkirin û bidarvekirina kêmîne yên olî, bi taybet Kurd û Belûçan rabigre.
Li destpêka sala 2026an ve heya niha, aliyê kêm 24 welatî yên Belûç û 22 welatiyên Kurd hatine bidarvekirin.
Herwisa îşare bi sepandina cezaya bidarvekirinê bi ser çalakvanên Kurd ji wan,Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, û metirsiya cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê li ser pênic girtiyên din ên Kurd û Belûç kir ku li jêr givaşa îşkencê de îtirafa bi zorê ji wan hatiye wergirtin.
Wan karnasan tekezî kirine ku kêmaniyên olî û netewî, bi taybet Kurd, li dema aloziyên siyasî de zêdetir dikevne bi zext û givaş û girtin û bidarvekirinê û wekî metirsî bo ser ewlehiya netewî têne pênasekirin.
Daxûyaniyê tekezî ji vê kir ku Tehran tohmetên wek Sîxûr, Bexî û Muharibe wekî alavekê bo tepeserkirina neyarên xwe bikar tîne.
Herwisa îşare bi berfirehbûna hewlên rejîmê bo tepeserkirina dervey sînor, li rêya destbiserdegirtina malûmilkên dijberên rêjîmê li derveyî welat û sepandina sizaya xiyabî bo 37 serkirde û çalakvanên Kurd hatiye kirin.
Şarezayên Neteweyên Yekgirtî daxwaz kirin ku dibe Tehran rêz li peymannameya navdewletî bigre û dawiyê bi reftara bêrehmane û cudakarî dijî kêmîneyan bîne.