Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdpayê, amara bidarvekirinan li heyva 7 a 2026ê ji aliyê rejîma Îranê ve belav kir û ragehand, li vê heyvê de zêdetir ji 71 kes li 26 girtîgehên rêjîma Îranê de hatine bidarvekirin, ku 6 halet li cihê nexuya û 2 kes jî li ber çavên xelkê de bûne.
Li gorî wê raportê, 7 girtiyên siyasî ku 6 ji wan li peywendî ligel nerizayetiya Befranbara 1404ê û kesek li peywendî ligel nerizatiyên, “Jin Jiyan Azadî” û 2 girtiyên ewlehî li peywendî ligel girûpên tundajoyên olî, zêdetir ji %50 peywendî bi kuştinan û %36 peywendî ligel madên mişber ve hebûne, hatine bidarvekirin..
Li gorî wê raportê, tevî vê yekê ku Kurd pitir ji %10 a rûniştiyên Îranê pêk tînin, %30 a gelempera bidarvekirinên siyasî anku “45 kes ji 149 girtiyan û %82 a bidarvekirinên olî anku “24 kes li 29 girtiyan, li seranserê Îranê de bûye para Kurdan.
Kurdpa li peywendî ligel bidarvekirinên li 6 heyvên destpêkiya 2026ê, amara bidarvekirina 359 girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê tomar kirine û li peywendî ligel zanyariyên amaran li 15 salên derbasbûyî de bidarvekirina 9 hezar û 149 kesan tomar kiriye.