Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina çendîn welatiyan ji aliyê hêzên rejîmê li Kurdistanê de

09:59 - 17 Îlon 2026

Li rojên 23 û 24ê Xermananê de û hevdem ligel salvegera tevgera Jînayê, hêzên ewlehî ên rejîma Îranê li du bajarên Şino û Mihabadê de, dadane ser mal û cihê karê welatiyan û aliyê kêm 7 kes girtine û bo cihekî nexûya veguhastin.

Li gorî raportan rêkxirava Mafê mirov a Hengawê, sipêdeha roja Sêşemî 24ê Xermananê, hêzên rejîmê li bajarê Şinoyê bi dadana ser mala welatiyan û bi bikaranîna tundutîjiyê, 5 welatiyên dukandar girtine.

Nasnameya girtiyan li Şinoyê ev in, Fexredîn Îbrahîmî, girtiyê siyasî ê berê û kurê girtiyê siyasî yê bidarvekirî Mihyedîn Îbrahîmî, tevî 4 kasibkar û bazariyên dine wî bajarî bi navên Qadir Ebdulahî, Soran Bayezîdî, Rehîm Erşedî û Riza Deyan.

Hevdem li bajarê Mihabadê jî hêzên Îdareya Îtlaatê du welatiyên Kurd girtine.

Roja Sêşemî 24ê Xermananê welatiyek bi navê Hîwa Ebdulahî li cihê karê xwe û li roja Duşemî 23ê Xermananê welatiyek bi navê Hasil Feqrî û xelkê gundê Kerêzeya Şêxan, li mala xwe de bi bê hebûna belgên yasayî hate girtin.

Heya dema belavbûna wê raportê, li sedema girtin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan 7 welatiyan tu zaniyariyek li ber dest de nîne û bidukeftina malbatên wan bê encamp maye.  Rojên pêştir jî li Sine, Bokan, Seqiz, Pîranşar û hin nawçên dine, rêjîmê çendîn kes destbiser kirine.