Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporta binpêkariya Mafê Mirovî li çend rojên derbasbûyî li Kurdistanê de

10:53 - 3 Îlon 2026

Li gorî raporta rêkxiravên Mafê Mirovî, çend welatiyek li Kurdistanê de ji wan jinek li heyama rojên derbasbûyî de, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin, û li ser çarenivîsa wan ti zanyariyek li ber dest de nîne.

Li gorî nûçeya malpera (Xweragirî) roja Sêşemî, 10ê Xermananê, hêzên tepeserkar ên rejîmê rijiyane ser gundê Kesnezan yê girêdayî bajarê Seqizê, û jinek ya bi navê Nahîd Kesnezanî girtine.

Hêzên rejîmê dest bi ser alavên kesî yên wê jinê de grtine û heya niha li sedema girtin, tohmeta biser de hatî sepandin û cihê ragirtina wê ti zanyariyek li ber dest de nîne.

Li gorî raportek din a Xweragirî, Mihemed Hemzezade, welatiyê xelkê bajarê Mihabadê nêzî 10 roje ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve bi bê hebûna belgên yasayî hatiye girtin û heya niha jî çarenivîsa wî nerohn e.

Herwisa li raportek din a Xweragirî de, behsa vê hatiye kirin ku roja Sêşemî, 10ê Xermananê, hêzên rejîmê rijiyane ser mala Erkan Ehmedî, welatiyê xelkê bajarê Merîwanê, bi awayekî dirindane bi bikaranîna kiryarên tundûtîjî navbirî girtine û bo cihek nexûya veguhastine.

Hevdem Xweragiriyê ragehand ku, Hejîr Yeqûbî welatiyê xelkê Qurwe, bi sedema beşdarîkirin li nerizatiyên Befranbara derbasbûyî de, ji aliyê binav dadgeha Înqilaba rejîmê ve, sizaya salek girtinê û lêdana 31 derbên qamçiyan bi ser de hatiye sepandin.