Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mîzanê, ku girêdayî dezgeha binav dadweriya rêjîma Komara Îslamî ye, roja Şemî 11ê Rezberê ,cezaya darvekirina Siyaweş Cemşîdî Xeyrabadî yek ji xwenîşanderê meha Befranbarê li bajarê Şehrê Kurd, piştî pejirandina hikmê bidarvekirina wî ji aliyê Dîwana Bilind a Rejîmê, îro hate bidarvekirin.
Gorî tohmetên dezgeha dadwerî û dadigeha rêjîmê, Siyaweş Cemşîdî di dema xwepêşandanên meha Befranbara sala borî de bi çekan teqe ji polîsan kiriye û du roj piştî vê teqekirinê bi çekê ve hatiye girtin.
Mîzan îdia kiriye ku ew “yek ji şerûdên pile yêk yê Şehrê kurd” bûye û xwepêşandanên Befranbara 1404 wek “kudeta” binav kiriye. Herwisa tohmetên weke sextekariya aborî, gef, dizî, çekdarbûn û beşdarbûna di revandina xelkê de bi ser navbirî de sepandiye.
Dadgeha rêjîmê bo piştrastkirina van tohmet û îdîayan ti belgeyek berbiçav belav nekiriye. Herwisa, tu zaniyariyek li ser pêvajoya dadweriyê an jî hebûna parêzerê hilbijartî re nehatine belavkirin.
Eva sêyemîn darvekirin e ku di hefteya borî de li derheq xwepêşandanên meha Befranbarê de hatiye ragihandin.