Bê avî li bajarê Bane pirsgirêk bo xelkê afirandiye ku giheştiye vê astê ku xelk ji gundan bi tankêran avê bo bajar vedugihazin û difroşne xelkê.
Qutbûna berdewamiya avê, tam û bêhna nexweş a ava bajarê ava Baneyê bûye sedemê vê ku xelk rastî kirîna avê bên.
Ava bajarê Baneyê çendîn sal e ku tam û bêhnekî nexweş heye, xelk bi neçarî ve bo paqijkirinê mifahê jê werdigirin û beşek ji xelkê bi neçarî bo wexwarinê jî bikar tînin.