Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li 2 hefteyên derbasbûyî, di Biryargeha Remazan a bajarê Sineyê de kombûna “Şorayê Te`imînê Şomalê Xerbê Îranê” an ku parêzgehên “Sine, Kirmaşan, Urmiye û Tewrêz”ê bi tewera pêşîgirtin ji xwenîşandanên xelkê hatibû lidarxistin.
Pêka zaniyariyan di wê kombûnê de biryar hatibû dan ku ew kesên ku xelkê bawerî bi wan heye û xelk rêza wan digrin an pile û pêgeha wan di nav xelkê de heye an seha wan a netewî heye, bo îdareyên Îtila`at û Spahê bêne gazîkirin û bi hûrî lêpirsînê ji wan bikin.
Karbidestên rejîmê huşdarî bi wan kesan dane ku eger bi her awayekî li dijê rejîmê çalakî hebin, em ê dê bi tundî bersiva wan bidin û malbatên wan jî tûşî pirsgirêkan bikin.