Kurdistanmedi: Di navenda dermanî ya devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiye, Ambûlansên havarhatinê tininin, û eve jî pirsgirêkeke mezin bo xelkê wî deverî afirandiye.
Di navenda dermanxaneyên devera Mirgewer û Deşt a ser bi bajarê Urmiyê de, tenê yek Ambûlansa havarhatinê hene, û ev herdû deVere, ku heşîmeteke zêde hene, li yek Ambûlansê mifahê verdigrin.
Di bingkeya Rajanê de ku binkeyeke Cadeyî ye, tenê yek Ambûlanis heye û ev jî bo havarên bilez e, û di nebûna wê Ambûlansê de, hekî havareke bilez hebe, dibe li navenda bajarê Urmiyê Ambûlans bo wan deveran bêne şandin.
Navbera Rajan heya Mirgewer 20 KM e, û di devera mirgewera pir heşîmet de, hêşta jî, ambûlanis tine.
Ev mijara tinebûna Ambûlans, pirsgirêkeke mezin bo xelkê wan deveran afirandiye, û xelkê wan deveran heya niha çendîn caran di vê derheqê de nerizayetiyên xwe nîşan dane.
Berpirsên pêwendîdar bi wê mijarê jî, her carê hêcetekê bo xelkê tîn in, û li xizmetguzariyan xwe dûr dixin.