Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

120 Milyon bermîl nefta Îranê, bi bê bikir maye serhev.

13:47 - 14 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Nefta bê misterî ya Îranê ku di embaran de kevtiye serhev û nehatiye firotin, û gihîştiye 120 milyon bermîl î.

Pêka amara Şêrketa Keplêr, bi hegera nebûna mişterî û nefirotina neftê, 120 Milyon bermîl Nefta Îranê di serhev de maye.

Pêka amara Keplêrê, di heyama 4 mehên derbasbûyî de, piraniya bikirên neftê ku bi hegera dorpêçên aborî û li tirsê cezayê Amerîkayê, nefta Îranê nekirîne, qasê nefta berhem hatî û di embaran de gihîştiye 120 Milyon bermîlan.

Şêrketa Keplêr ragihand ku, rejîma Îranê di meha derbas bûyî de, tenê kariye 180 hezar bermîl nefta xwe bifiroşe.

Rejîma Îranê pareke berçav a nefta xwe bi qaçaxî dişîne bo Sûriyê û bi navê nefta Sûriyê difiroşe.

Rejîma Îranê berî dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, rojê nêzîkî 2 milyon bermîl neft difirot, lê mehekê de 180 hezar bermîl firotiye. Eva jî bandoreke rastevxwe dadinête ser rewşa abûriya Îranê û bi taybet rêjîm xistiye nava givaşeke zaf de.