Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê bajarê Seqizê bidar vekir

12:05 - 25 Nîsan 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Seqizê bi tohmeta Kuştina hevalê xwe li dadgeha rêjîmê de li bajarê Seqizê, cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin û ew cezaye roja Pêncşemiyê 6ê Banemerê, hate cîbicîkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê “Ferzad Xadim” ku 4 sal berî niha li dadgeh rêjîmê de li bajarê Seqizê bi tohmeta kuştina bi zanebûn, cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Pêncşemî  6ê Banemerê, ew cezaye li girtyîgeha rêjîmê li bajarê Seqizê de hate cîbicîkirin.

Pêka rapora “hengaw”ê “Ferzad Xadim” li sala 2019 a zayînî de bi tohmeta kuştina bi zanebûn ya hevalekî xwe yê bi navê “Tîrdad Ateşefrûz”, ji aliyê dadgeha dad a rêjîmê de cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ragihandinên ser bi rêjîma Îranê û bi taybet ragihandinên ser bi dezgeha binav dade a rêjîmê, li vê derheqê de ti nûçeyek belav nekirine.