Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê li dijî rêjîma Îranê biryarnameyek pesend kir

01:15 - 26 Nîsan 2024

Parlemana Ewropayê biryarnameyek bo dorpêçkirina zêdetir a rêjîma Îranê û herwisa bo terorîstnaskirina spsha pasdaran, biryarnameyek pesend kir.

Parlemana Ewropayê li roja Pêncşemî 6ê Banemerê, bi 357 dengên “Erê” û 20 dengên “Ne” biryarnameya dorpêçkirina zêdetir a rêjîma Îranê pesend kir û ew biryarnameye li ser biryarên berê yên parlemna Ewropayê yên wek zêdekirina navê spaha pasdaran li listeyê rêkxiravên terorîstî û naskirina spaha pasdaran wek girûpeke terorîstî, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye tekezkirin.

Li vê biryarnameyê de daxwaza pêdeçon bi startejiya Yekîtiya Ewropayê li hember rêjîma Îranê hatiye kirin.

Li 3ê Rêbenda 1401 a rojî de “Josep Borrell” ê berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê gotibû ku heta welatekî ewropayê spaha pasdaran bi terorîst nas neke , Yekîtiya ewropayê nikare spaha pasdaran wek terorîst nas bike.

Li vê derheqê de “Bert-Jan Roysen” ê Nûnerê welatê Holendê li Yekîtiya Ewropayê li roja Çarşemiyê 5ê Banemerê, tevî redkirina gotinên berê yên “Josep Borrell”, îşare bi aloziyên vê dawiyê ya li navbera rêjîma Îranê û îsraîlê de kir û got: “Komara Îslamiya Îranê, hêzeke alozker a bingehîn li Rojhilata Navîn de ye”.

Herwisa navbirî ragihand: “Komara Îslamiya Îranê lipey jinavbirina Îsraîl li ser xerîta cîhanê ye lewma piştevanî li milêsn girêdayî bi vê rêjîmê yên wek Hemas û Hizbullahê dike”.

“Bert-Jan Roysen” bi eşkere ragihand ku “dest û pêwendiyên spaha pasdaran wek damezraveyeke leşkerî gihîştiye nav Ewropayê”.

Li vê biryarnameyê de daxwaza zêdekirina navê kes û navendên zêdetir ên wek “Beyta rehberî, stada hêzên çekdar ên Îranê, biryargeha Xatemul Enbiya û fermadeyê vê yê terorîst pasdar Xulamelî Reşîd, hêza deryayî ya spaha pasdaran a trorîst, Wezîrê Berevanî yê rêjîmê Mihemedriza Aştiyanî li listeyê nû yên dorpêçan hatiye kirin.