Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehek pirtûkan li bajarê Kolina welatê Almanê hate lidarxistin

11:36 - 15 Gulan 2023

Weşanxaneya 49 pirtûkan li bajarê Kolina welatê Almanê, pêşangehek taybet a pirtûkan bi beşdariya berçav a Kurdistaniyên rûniştî li vî bajarî lidar xisit.

Roja Yekşemî 24ê Banemerê, li bajarê Kolina welatê Almanê pêşangehek pirtûkan ji aliyê 49 weşanxaneyên pirtûkan û bi beşdariya berçav ya Kurdistaniyên rûniştî li vî bajarî hate lidarxistin û di vê pêşangehê de zêdetir pirtûkên ku çap û belavbûna wan di Îranê de qedexe ye, ji bo firotinê hatibûne danîn.

“Sidîq Babayî” nivîskar û lêkoler, di vê pêşangehê de li derheq giringiya nivîsîn û belavbûna pirtûk û belgeyan bi zimanên biyanî li ser pirisa Kurd û dîroka Kurd axivî û bas li vê yekê kir ku divê giringiyek zêde bi vê karê bê dan heta ku gelên cîhanê zêdetir digel dîroka Kurd nasiyar bin.

Herwisa “Şarox Erjengî” Berpirsê Weşanxaneya 49 pirtûkan, bas ji vê yekê kir ku piraniya ev pirtûkên ku Îran rê nade bêne çap û belav irin, ji aliyê weşanxaneya me ve têne çap û belavkirin.