Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Feransa rêûresma bilindnirxandina şehîdên Mîkonûsê bi rê ve çû

11:20 - 18 Îlon 2023

Li Parîsê bi hilkefta 31emîn salvegera şehîdên Mîkonûsê rêûresmek li goristana pêrlaşîzê hate lidarxistin.

Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Feransayê bi hevkariya Komîteya Hizbê li welatê Biljîkê, roja Yekşemî rêkevta 26ê Xermananê, bi mebesta riswakirina karesata terora Mîkonûsê bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê û peyman nûkirin û rêzgirtin li yada şehîdên Mîkonûsê, şehîdan Dr.Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî, Humayûn Erdelan û Nûrî Dêhkurdî rêûresmek li goristana Pêrlaşêzê lidar xistin.

Rêûresma 31mîn salvegera şehîdên Mîkonûsê, bi beşdariya hejmarek berçav ji endam û alîgir, kesayetî û nûnerê hizbê û aliyên Kurdistanî, Îranî û Ferensî ji aliyekê rêz ji xebat û yada rêberên şehîd yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hate girtin û ji aliyeke dinê jî, digel digel şehîdan peyman nû kirin ku heta giheştin bi armancên wan dê rêya wan bidomînin.

Piştre kek Hesen Şerefî Endamê Navenda Birêveberî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê gotarek derheq vê hilkeftê û herwisa yekemîn salvegera şoreşa Jînayê bi zimanê Kurdî-Farsî pêşkeşê amadebûyan kir.

Di berdewamiya vê rêûresmê de Dr. Kamran Keken, wekî heval û parêzerê dosyeya terora Dr. Qasimo û hevalên wî yên şehîd, bi zimanê Kurdî-Feransî behsa pêgeha Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û tevgera cemaweriya Kurd bi taybet li Rojhelatê Kurdistanê kir.

Di beşeke din a rêûresmê de Beha Îbrahîmî, Berpirsê Komîteya Hizbê li welatê Biljîkê, peyamek pêşkêşê tev beşdarbûyan kir.

Herwisa li dawî beşa rêûresmê tev beşdarbûyan serdana tirba şehîdên Viyenê, Dr. Qasimlo û Ebdula Qadirî Azer kirin û taçegulên rêz û wefadariyê li ser tirba wan danîn.