Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koreke siyasî-hunerî bo salvegera şoreşa “Jîna”yê li welatê Ustraliyayê bi rê ve çû

16:30 - 26 Îlon 2023

Roja Yekşemî 2ê Rezbera 1402 a Rojî, koreke siyasî-Hunerî bi beşdariya hejmarek ji welatiyan bo rêzgirtin li salvegera şoreşa “jîna”yê, ji aliyê Komela Kurd û komela Ciwanan a Kurdên başûrê Usrtaliyayê li hola zanîngeheke bajarê “Adêlayd”ê, hate lidarxistin

Piştî starndina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtîne demek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê şehîdên Kurdistanê, girte fîlmeke pirwate û karlêker li ser şoreşa “Jîna”yê pêşkêş bi beşdarbûyên korê hate kirin.

Piştre “Jîna Kardo “û “Şehla Peyrewan” wek birêveberên vê korê, çendîn gotarên girîng û bi nirx li ser meşa şoreşa “Jîna”yê pêşkêşî beşdarbûyan kirin.

Li doma korê de, Dr. “Şêrko Kurmanc”, gotarek bi zimanê Ingilîsî pêşkêşî beşdarbûyên vê korê kir.

Li beşeke din a vê korê de, peyama Komela Kurdî û Ciwanên Kurd ên başûrê Ustraliyayê ji aliyê “Behar Salihî” ve hate pêşkêşkirin.

Li beşa huneriya vê korê de, çendîn sirûd û stranên şoreşvanî ji aliyê girûpa “Heyran” ve hatine strandin.

Herwisa li vê korê de, “Qadir Rehîmî” û Alan Penahî” bi pêşkêşkirina çend helbestan, seha xwe li derheq şoreşa “Jîna”yê dane xuya.